• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Di roja duyemîn a qedexeya derketina derve de li kolanên Diyarbekirê dîsa bêdengî hakim e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku qedexeya derketina derve hat îlankirin re li kolanên Diyarbekirê bêdengî hakim bû. Polêsan li gelek xalên bajêr cihên kontrolê saz kirin û di nav bajar de dewrîye davêjin.

Ji ber Coronavîrus ku li Wuhana Çînê derket holê li tevahîya cîhanê heta niha zêdetirî 238 hezarî însan mirin û zêdetirî 3 milyon însan jî bi vîrusê ketin.

Ji ber belavbûna vîrusê li Tirkîyê ev bû cara sêyemîn ku qedexeya derketina derve tê îlankirin.

Bajarên ku lê derketina derve hatiye îlankirin û ew ê heta roja duşemê berdewam bike wisa ye:

Edenê, Enqere, Entalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Diyarbekir, Erzerom, Eskîşehîr, Entabê, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Maraş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Malatya, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zonguldak.(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir