Karwana Hêvîyê li Banledeşê ji bi sedan malbatî re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya ku bi alîkarîyên ku dike tê nasîn xebatên xwe yên alîkarîyê him li nava welêt û him jî li derveyî welêt bênavber didomîne.

Ekleme: 26.04.2020 13:55:25 / Güncelleme: 26.04.2020 13:55:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya ku berî niha ji ber minasebeta Remezanê xebateke bi navê “Jiyan Pêkve Xweş e” dabû destpêkirin li Bangledeşê xebatên alîkarîyê da destpêkirin û çû hewara wan kesên ku êtîm, feqîr, jar û bêkes in.

Rayedarên karwanê destnîşan dikin ew li Bangledeşê ji bi sedam malbatên feqîr û muxtac re alîkarîya xurek û erzaqê kirine û ew ê xebatên wan ên alîkarîyê bênavber berdewam bike.

Xebatên alîkarîyê li gorî agahîyên ku rayedar dane li herêam Modarganjoya Bangledeşê hatin kirin û ew ê alîkarî heta Îda Remezanê berdewam bikin.(ÎLKHA)