Mislimanên Arakanî yên li Hindistanê: Em ditirsin ku birçîna bimirin

Ji ber ku li Hindistanê ji ber Coronavîrusê qedexeya derketina derve hat îlankirin Mislimanên Arakanî bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû man.

Ekleme: 19.04.2020 11:35:13 / Güncelleme: 19.04.2020 11:35:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hikûmeta Hindistanê  wan herêmên ku lê şob zêde ye heta 3yê Gûlanê wek “herêmên sor” îlan kir ku di nav van herêman de kampên Mislimanên Arakanî jî hene. Ji ber qedexeya derketina derve sazîyên alîkarîyê yên dildar nikarin ji Mislimanên Arakanî re bibin alîkar.

Mislimanên ku di kampan de dijîn, dema ku ji bo pêdivîyeke xwe wek; xurek û derman derdikevin derve li rasta zilm û tundîya polêsan tên.

Li gorî daneyên Komîsertîya Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di 10 salên dawî de nêzî 40 hezar Mislimanên Arakanî derbasî Hindistanê û bûn di wan kampên penaberan de bi cî bûn.

Li Hindistanê heta niha bi 14 hezar û 758 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û ji ber vîrusê jî 521 kes mirin.(ÎLKHA)