• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Mislimanên Arakanî yên li Hindistanê: Em ditirsin ku birçîna bimirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hikûmeta Hindistanê  wan herêmên ku lê şob zêde ye heta 3yê Gûlanê wek “herêmên sor” îlan kir ku di nav van herêman de kampên Mislimanên Arakanî jî hene. Ji ber qedexeya derketina derve sazîyên alîkarîyê yên dildar nikarin ji Mislimanên Arakanî re bibin alîkar.

Mislimanên ku di kampan de dijîn, dema ku ji bo pêdivîyeke xwe wek; xurek û derman derdikevin derve li rasta zilm û tundîya polêsan tên.

Li gorî daneyên Komîsertîya Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di 10 salên dawî de nêzî 40 hezar Mislimanên Arakanî derbasî Hindistanê û bûn di wan kampên penaberan de bi cî bûn.

Li Hindistanê heta niha bi 14 hezar û 758 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û ji ber vîrusê jî 521 kes mirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir