Barzanî: “Pêwîst e hewlên bo jenosayd nasandina Enfalê li ser asta cîhanê berdewam bibin”

Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî ji ber salvegera qetlîama Enfalê peyamek weşand.

Ekleme: 14.04.2020 16:45:11 / Güncelleme: 14.04.2020 16:45:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di peyama xwe ya ku derheqê qetlîama Enfalê de weşand de balan kişand li ser hewl ku di asta cîhanê de tê dayîn da ku Enfal wek jenosaydê bê nasîn.

Temamê peyama Serokê PDKê Mesûd Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di sîh û dûyemîn saliya destpêkirina pêla Enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me da, hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Enfal û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilindê enfalê dikin.

Her çend e li salên derbasbûyî de hewleke zêde ji bo jenosayd nasandina pêla dirinde ya enfalê li ser asta navdewletî û qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên enfalê û peydakirin û anîna termên enfalkiriyan hatiye dayîn, lê belê mixabin heta niha encameke wiha nebûye.

Ji bo wê yekê dîsa jî tekez dikin ku pêwîst e hewlên bi jenosayd nasandina enfalê li ser asta cîhanê berdewam bibin û bigihin encamê û her wiha dewleta Iraqê jî berpirsiyar e li qerebûkirina kesûkarên serbilind ên enfalkiriyan û pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalê bike û termên pîroz ên hemû şehîdên enfalê jî vegerîne ser axa niştiman.

Hezaran silav li giyanê pak ê qurbaniyên enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.”(ÎLKHA)