"Ger berî vê çend rojan qedexe hatibana îlankirin dibû ku teşqeleyeke mezintir pêk bihata"

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê Suleyman Soylu derheqê qedexeya derketina derve ya ku ji bo 2 rojan hat îlankirin de destnîşan kir “Bi şikleke asayî milletê me ket nava teşqelê.. Biya min ev yek asayî ye, lê belê hewce nake ku meriv bikevin teşqelê.”

Ekleme: 11.04.2020 13:09:17 / Güncelleme: 11.04.2020 13:09:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Soylu doh êvarî beşdarî bernameya ku di CNNê de dihat weşandin bû û derbarê qedexeya derketina derve ya ku hat îlankirin de nirxandinan kir.

Soylu pirsa derheqê teşqeleya ku millet ketiye navê de wisa bersivand: “Ji ber ku di vê seatê de  gelek kêm kargeh vekirîne normal e ku mirov têkevin teşqelê. Biya min ev yek asayî ye, lê belê hewce nake ku meriv bikevin teşqelê. Lewra ew ê sibe nanpêj vekirîbin.Ew ê bi wesayîtên xwe nan belav bikin. Di pêşnûmaya me de ev yek heye.”(ÎLKHA)