"Ger berî vê çend rojan qedexe hatibana îlankirin dibû ku teşqeleyeke mezintir pêk bihata"
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê Suleyman Soylu derheqê qedexeya derketina derve ya ku ji bo 2 rojan hat îlankirin de destnîşan kir “Bi şikleke asayî milletê me ket nava teşqelê.. Biya min ev yek asayî ye, lê belê hewce nake ku meriv bikevin teşqelê.”
!["Ger berî vê çend rojan qedexe hatibana îlankirin dibû ku teşqeleyeke mezintir pêk bihata"](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/-FMWWvrc85tg3cuaIk1eq9vQHzU=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/15/ger-beri-ve-cend-rojan-qedexe-hatibana-ilankirin-dibu-ku-tesqeleyeke-mezintir-pek-bihata-c8fd5ef6.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Soylu doh êvarî beşdarî bernameya ku di CNNê de dihat weşandin bû û derbarê qedexeya derketina derve ya ku hat îlankirin de nirxandinan kir.
Soylu pirsa derheqê teşqeleya ku millet ketiye navê de wisa bersivand: “Ji ber ku di vê seatê de gelek kêm kargeh vekirîne normal e ku mirov têkevin teşqelê. Biya min ev yek asayî ye, lê belê hewce nake ku meriv bikevin teşqelê. Lewra ew ê sibe nanpêj vekirîbin.Ew ê bi wesayîtên xwe nan belav bikin. Di pêşnûmaya me de ev yek heye.”(ÎLKHA)