Gotina “Eraq nexweşîya corona vîrusê baş dike” bû sedema mirina 44 kesan

Hat ragihandin li Îranê ji ber gotina “Eraq nexweşîya corona vîrusê baş dike” 44 kes mirin û bi sedan kes jî hatin rakirin nexweşxanê.

Ekleme: 11.03.2020 09:50:14 / Güncelleme: 11.03.2020 09:50:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

IRNA di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir 7 kesên ku şikdarê hilberîna eraqê ne hatin binçavkirin.

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan derket 291 kesan.(ÎLKHA)