Corona vîrus ji Îtalyayê belavî Ewrûpayê dibe

Corona vîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî cîhanî bû bû sedem ku heta îro zêdetirî 3 hezar kes canê xwe ji dest bibin ku piştî Çînê mirinên herî zêde li Îtalyayê pêk hat.

Ekleme: 07.03.2020 09:20:06 / Güncelleme: 07.03.2020 09:20:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirin derket 197an.Li Îspanya û Fransayê jî hejmara mirîyan zêde dibe.

Midûrê Parastina Sîwîl ê Îtalyayê  Angelo Borrellî  derheqê corona vîrusê de agahîyên dawî parve kir.

Borrellî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir heta niha 4 hezar û 636 kes bi coronavîrusê ketin û di van rojên dawî de 49 kesên din ji ber corona vîrusê mirin û van mirinên dawî hejmara mirîya derket 197an.

Heta îro ji ber coronavîrusê li Îspanyayê 6 kes, li Fransayê 9 kes  mirin.(ÎLKHA)