Parlementer Cîhangîr Îslam ji Partîya Saadetê îstîfa kir

Îslam destnîşan kir ew niha naxwaze derheqê îstîfaya xwe de tiştekî bêje û ew ê di rojên pêşîya me de daxuyanîyekê bide.

Ekleme: 05.03.2020 10:05:10 / Güncelleme: 05.03.2020 10:05:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Digel îstîfaya Cîhangîr Îslamê hejmara parlementerên Partîya Saadetê daket parlementerekî. Bi vî awayî hejmara parlementerên xweser ên di meclîsê de derket 7an.

Cîhangîr di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “ Ji 4ê Adara sala 2020an pê ve min îstîfa kir. Ez fikirîm û vê qerarê dam. Tu hisabekî min şexsî çênebû û dê ji îro pê ve jî çênebe. Ez ne dikşikestî me.Ez ji camîaya Partîya Saadeetê re ji dil û can teşekkur dikim. Ez di rê de me, ez ê di demeke nêz de daxuyanî bidim.”(ÎLKHA)