Mamosteya ku tê îddîakirin li xwendekaran dida ji wezîfê hat girtin

Walîtîya Entabê destnîşan kir mamosteya ku tê îddîakirin li mektebekê li xwendekaran dida ji wezîfê hat girtin.

Ekleme: 19.02.2020 11:20:11 / Güncelleme: 19.02.2020 11:20:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di dîmenên ku hatin girtin de tê dîtin Xatîce K.ya ku li Dibistana Destpêkê Sadettin Batmazoğluya li Şehîtkamîla Entabê mamostetîya bi peyman dikir li xwendekarên xwe dide.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Entabê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama lêkolîn û tehqîqatên ku hatin kirin de mamosteya ku li xwendekaran dida ji wezîfê hat girtin.(ÎLKHA)