Di şewata ku li Haîtîyê di êtîmxaneyekê derket de 15 zarok canê xwe ji dest dan

Li herêma Kenscoffa Port-au-Princeya paytexta Haîtîyê di êtîmxaneyekê de şewat derket, di encama şewawa ku derket de pitik jî di nav de 15 zarok canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 15.02.2020 16:08:15 / Güncelleme: 15.02.2020 16:08:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat daxuyandin exlebeyê zarokên ku canê xwe ji dest dane ji ber dû bi jehrê ketine û mirine.

Li gorî tespîtên ewil ên ku hatine kirin ji 15 zarokên ku canê xwe ji dest dane 7 bebek in. Li gorî agahîyên ku ji teref şahidên bûyerê ve hatine ragihandin şewat ji ber mûmên ku ji ber tunebûna ceyranê hatine pêxistin dest pê kiriye.(ÎLKHA)