Kerwana Umudê ya Entabê ji bo Îdlîbê TIRek alîkarî şand

Kerwana Umudê ya Entabê ya ku bi xebatên xwe yên alîkarîyê tê nasîn TIReke ku tê de batanî, lihêf, xurek û amûrên paqijîyê hebûn ji bo Îdlîbîyên ku ji ber bombebaranê koç dikin û ber bi sînora Tirkîyê ve tên şand Îdlîbê.

Ekleme: 13.02.2020 11:55:21 / Güncelleme: 13.02.2020 11:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê alîkarîyên ku hatin berhevkirin û hatin şandin Îdlîbê de ji teref Serokê Kerwana Umudê ya Entabê Mustafa Ozarslan ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ozarslan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji bo Îdlîbîyan di bergeha kampanyaya “Tu Jî Ji Bo Îdlîbê Bibe Hêvî” de alîkarî berhev kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

Rewşa însanên li Îdlîbê li ber çavan e. Her roj di nûçeyan de derdikeve ku însanên li wê derê di nav herîyê de di nav konan de hewl didin bijîn. Ne cil û bergên wan û ne jî tiştekî ku bixwin heye. Ev jî ne bes e di ser serê wan de bombe tên barandin.Li Îdlîbê qetlîamek tê kirin. Ji bo wan Îdlîbîyên ku di nav şert û mercên giran de hewl didin bijîn me li çar alîyê Tirkîyê kampanyaya alîkarîyê da destpêkirin û ev kampanyaya me berdewam dike. Xweda nesîb bike ew ê TIRa me ya alîkarîyê ya ewil ji bo Îdlîbê bi rê bikeve û Xweda nesîb bike em  ê di mehên pêşîya me de TIReke din a alîkarîyê bişînin.  Xweda xêra wan kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye razî be.Em li benda alîkarîya xêrxwazan in.”(ÎLKHA)