Neteweyên Yekbûyî ji bo li Îdlîbê rageşî bê kêmkirin banga hevkarîya navneteweyî kir

Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Geîr Pedersen destnîşan kir “Ez nikarim bibêjim di warê Îdlîbê de çareserîyeke bi sihir heye, lê belê ez bawer dikim bi teşebûseke taybet û bi hevkarîyeke navneteweyî ev mesele dikare bê çareserkirin.”

Ekleme: 07.02.2020 11:20:13 / Güncelleme: 07.02.2020 11:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pederesen di berdewama  daxuyanîya xwe de diyar kir ji ber êrîşên asîmanî û pevçûnan gelek kes ji mal û milkên xwe dibin ku ji ber vê yekê li Îdlîbê “felaketeke însanî” pêk tê û di van du mehên dawî de bi sedan kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û bi sed hezaran kesên sîwîl jî warên xwe terk kirin.

Pedersen di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir, ger li Tirkîye û Sûrîye werin miqabilî hev ango şer bikin ew ê wê demê felaketeke gerdûnî pêk were.(ÎLKHA)