Neteweyên Yekbûyî ji bo li Îdlîbê rageşî bê kêmkirin banga hevkarîya navneteweyî kir
Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Geîr Pedersen destnîşan kir “Ez nikarim bibêjim di warê Îdlîbê de çareserîyeke bi sihir heye, lê belê ez bawer dikim bi teşebûseke taybet û bi hevkarîyeke navneteweyî ev mesele dikare bê çareserkirin.”
![Neteweyên Yekbûyî ji bo li Îdlîbê rageşî bê kêmkirin banga hevkarîya navneteweyî kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/TatxZjPVMla54bBqsAlgwIRdovg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/06/neteweyen-yekbuyi-ji-bo-li-idlibe-ragesi-be-kemkirin-banga-hevkariya-navneteweyi-kir-40cf8c3e.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Pederesen di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji ber êrîşên asîmanî û pevçûnan gelek kes ji mal û milkên xwe dibin ku ji ber vê yekê li Îdlîbê “felaketeke însanî” pêk tê û di van du mehên dawî de bi sedan kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û bi sed hezaran kesên sîwîl jî warên xwe terk kirin.
Pedersen di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir, ger li Tirkîye û Sûrîye werin miqabilî hev ango şer bikin ew ê wê demê felaketeke gerdûnî pêk were.(ÎLKHA)