Li Efxanistanê mehkûmên ku xwedî li Qur'ana Kerîm derketin hatin derpkirin

Li Efxanistanê ji ber ku hakaret li Qur’ana Kerîm hat kirin mahkûmên di girtîgehê de bertekên xwe nîşan dan û di navbera wan û gardîyanan de pevçûn derket. Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de hinek mahkûm giran birîndar bûn.

Ekleme: 06.02.2020 12:09:22 / Güncelleme: 06.02.2020 12:09:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mahkûmên Talîbanê yên ku li Girtîgeha Bagrama ku girtîgeha herî mezin a Efxanistanê ye  tên girtin ji ber ku gardîyan û îdarevanên girtîgehê hakaret li Qur’ana Kerîm kirin rabûn li ser pîyan û bertekên xwe ji wan re nîşan dan.

Di pevçûna ku di navbera mahkûman û gardîyanên çekdar de derket de gelek mahkûm giran birîndar bûn.

Zebîullah Mucahîdê Berdevkê Talîban derbarê pevçûna ku li girtîgehê derket de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Mucahîd di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, li girtîgehê êrîş li mahkûmên destgirêdayî hat kirin.

Weke ku dê bê bîran di sala 2012an de li heman girtîgehê çeteyên Amerîkayê Qur’ana Kerîm şewitandibûn û ji ber vê yekê li tevahîya welêt xwepêşan hatibûn lidarxistin û di xwepêşanan de 4 Amerîkayî tevde 41 kes miribûn.(ÎLKHA)