Îranê welatîyên xwe yên li Çînê ji ber coronavîrusê bi balafirê anî Tahranê

Welatîyên Îranê yên ku li Wuhana Çînê ya ku lê coronavîrus derket holê ne bi balafireke taybet hatin anîn Tahranê.

Ekleme: 05.02.2020 11:55:11 / Güncelleme: 05.02.2020 11:55:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyaririn; welatîyên ku ji Wuhanê hatin anîn Îranê dê heta rojan di bin çavdêrîyê de bin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi welatîyên ku hatin anîn re coronavîrus nehatiye tespîtkirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ve hat belavkirin, di encama coronavîrusa ku li Çînê derket  heta niha 491 kes ji ber vîrusê mirin. Rewşa 3 hezar û 219 kesên ku bi vîrusê ketine giran e. (ÎLKHA)