Ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 491 kesan

Çînê destnîşan kir hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin derket 24 hezar û 324 kesan û heta niha 491 kes ji ber vîrusê mirin.

Ekleme: 05.02.2020 11:05:17 / Güncelleme: 05.02.2020 11:05:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ve hat belavkirin, di encama coronavîrusa ku li Çînê derket  heta niha 491 kes ji ber vîrusê mirin. Rewşa 3 hezar û 219 kesên ku bi vîrusê ketine giran e.

Li Çînê ji ber coronavîrusê her ku diçe rewş xeteretir dibe. Ji ber ku coronavîrus bi şiklekî lezgîn  belav dibe Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê rewşa acîl îlan kir.(ÎLKHA)