Li Diyarbekirê ji bo Qudsê dê mîtîng bê tertîpkirin

Di 9ê Sibatê de li Diyarbekirê ew ê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve ji bo Qudsê mîtîng bê tertîpkirin.

Ekleme: 04.02.2020 09:35:12 / Güncelleme: 04.02.2020 09:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji bo plana şer û îşxalê ya Amerîka û siyonîstan bê şermezarkirin, di 9ê Sibatê de li Diyarbekirê ew ê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve mîtîng bê tertîpkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Ji bo plana ‘Îxaneta Sedsalê’ ya siyonîstên îşxalker û Amerîka bê tel’înkirin û ji bo xwedî li Qudsê bê derketin em ê di 9ê Sibatê de li Qada Îstasyonê mîtîngekê tertîp bikin, zêc û zarok, ciwan û îxtîyar hemû vexwandîyê vê mîtîngê ne.”(ÎLKHA)