Li Diyarbekirê ji bo Qudsê dê mîtîng bê tertîpkirin
Di 9ê Sibatê de li Diyarbekirê ew ê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve ji bo Qudsê mîtîng bê tertîpkirin.
![Li Diyarbekirê ji bo Qudsê dê mîtîng bê tertîpkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/rKzQVSF2j-ou_BRU8xENQKiyTDY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/06/li-diyarbekire-ji-bo-qudse-de-miting-be-tertipkirin-dd444bad.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji bo plana şer û îşxalê ya Amerîka û siyonîstan bê şermezarkirin, di 9ê Sibatê de li Diyarbekirê ew ê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve mîtîng bê tertîpkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Ji bo plana ‘Îxaneta Sedsalê’ ya siyonîstên îşxalker û Amerîka bê tel’înkirin û ji bo xwedî li Qudsê bê derketin em ê di 9ê Sibatê de li Qada Îstasyonê mîtîngekê tertîp bikin, zêc û zarok, ciwan û îxtîyar hemû vexwandîyê vê mîtîngê ne.”(ÎLKHA)