Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo Îdlîbê 2 TIR alîkarî şand

Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo Îdlîba ku lê qeyrana însanî berdewam dike 2 TIR alîkarî şand.

Ekleme: 31.01.2020 15:15:16 / Güncelleme: 31.01.2020 15:15:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber êrîş û bombebaranên ku ji teref rejîma Sûrîyê û Rûsyayê ve li Îdlîbê tê kirin bi hezaran kesên sîwîl ji Îdlîbê koç dikin û berê xwe didin sînora Tirkîyê û hewl didin di bin şert û mercên giran de bijîn. Ji teref Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ve ji bo Îdlîbîyan ku ji ber bomberanan koç kirine alîkarî hat şandin.

Derbarê mijarê de ji teref Abdurrahîm Karadenîzê rayedarê Kerwana Umûdê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Karadenîz di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wisa got: “Me ji bo xelkê Îdlîbê yê mexdûr kampanyeke bi navê ‘montek botek’ dabû destpêkirin. Me van alîkarîyên  mont, bor, xurek, batanîye û yên mîna wan berhev kir û li TIRan bar kir. Me ji Diyarbekirê 2 TIR û ji Edenê jî TIRek alîkarî şand Îdlîbê.Bi izna Xwedê em ê alîkarîyên xwe ji bo Îdlîbîyan belav bikin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.Înşallah ew ê alîkarîyên me bo Îdlîbîyan berdewam bikin.”(ÎLKHA)