Hareketên berxwedanê yên Filistînê ji plana îşxalê ya Amerîka re bertek nîşan dan

Hareketên berxwedanê Hamas û El- Fetîh destnîşan kirin ew plana îşxalê ya Trumpê Serokê Amerîka red dikin û destnîşan kirin ew ê li ber vê planê re rabin.

Ekleme: 29.01.2020 11:35:15 / Güncelleme: 29.01.2020 11:35:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 Serokê Amerîkaya îşxalker Donald Trump destnîşan kir ew ê Qudsê wek paytexya “dabeşnebûn” a rejîma siyonîstên îşxalker qebûl bikin.

Piştî vê daxuyanîya Amerîkayê îşxalke re Hareketên berxwedanê yên Filistînê ji plana îşxalê ya Serokê Amerîkayê îşxalker re bertek nîşan dan.

Îsmaîl Henîyyeyê Lîderê Hamasê destnîşan kir ew ê bi şikleke dijwar li ber vê “plana aştîyê” re rabin.

Hareketa El-Fetîhê de jî diyar kir “Ji bo re ‘Peymana Sedsalê’ ya ku pê tê xwestin doza Filistînê bê tasfîyekirin têk biçe em ê dest bi xebat û berxwedanê bikin.”(ÎLKHA)