Li Iraqê xwepêşan berdewam dikin: 4 mirî 60 birîndar

Li Iraqa ku ev bû çend meh lê xwepêşan bênavber berdewam dikin di xwepêşanên ku doh hatin lidarxistin de 4 kes canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.01.2020 09:50:19 / Güncelleme: 21.01.2020 09:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li Iraqa ku ev bû çend meh lê xwepêşan bênavber berdewam dikin. Di xwepêşanên ku doh li Bexdaya paytexta Iraqê hatin lidarxistin de 4 kes canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ji 4 kesên ku canê xwe ji dest dan 2 kes polês in.

Di xwepêşanên ku li derveyî Bexdayê hatin lidarxistin de xelkê li bajarên mîna Nasîrîye, Kerbela û Amarayê rêyên sereke girtin.

Di xwepêşanên ku ji Yekê Cotmeha sala 2019an vir ve li Iraqê berdewam dikin de heta niha zêdetirî 490 kes canê xwe ji dest dan û bi hezarana kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)