Li Lîbyayê agirbest dest pê kir

Hêzên ku girêdayê General Hafter in banga agirbestê ya hevpar a Erdogan û Putîn qebûl kir, bi vî awayî li Lîbyayê pêvajoya agirbestê dest pê kir.

Ekleme: 12.01.2020 10:20:10 / Güncelleme: 12.01.2020 10:20:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê çend rojan Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji bo li Lîbyayê agirbest bê îlankirin banga agirbestê kiribûn ku Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî ya Lîbyayê vê bangê qebûl kiribû, lê belê Hafter vê yekê red kiribû.

Ehmed el-Mîsmarîyê berdevkê hêzên ku girêdayê Hafter in îro derbarê vê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ku ew guh didin banga agirbestê.

El-Mîsmarî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “Em banga agirbestê qebûl dikin, lê belê ger kesên li hemberî me agirbestê îhlal bikin em ê bi şikleke dijwar bersivê bidin wan.”(ÎLKHA)