Otobusa rêwîyan qulibî: 14 birîndar

Li Pinarbaşiya navçeya Kayserîyê otobuseke rêwîyan qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.

Ekleme: 07.01.2020 15:50:17 / Güncelleme: 07.01.2020 15:50:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li Pinarbaşiya navçeya Kayserîyê otobuseke rêwîyan qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Kayserî-Meletîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza li mewqîya Olukkayayê pêk hat. Otobusa bi plaqeya 44 AAB 970 a ku ajokarê wê Zafer Çaglayaner bû, ji ber ku şofêr hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir qulibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)