• DOLAR 32.76
  • EURO 35.308
  • ALTIN 2449.506
  • ...
Otobusa rêwîyan qulibî: 14 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Pinarbaşiya navçeya Kayserîyê otobuseke rêwîyan qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Kayserî-Meletîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza li mewqîya Olukkayayê pêk hat. Otobusa bi plaqeya 44 AAB 970 a ku ajokarê wê Zafer Çaglayaner bû, ji ber ku şofêr hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir qulibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir