Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji Rêberê Komara Îslamî ya Îranê re xwest

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber qetilkirina Fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî peyamek weşand. Barzanî di peyamê de sersaxî ji Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî re xwest.

Ekleme: 07.01.2020 10:05:11 / Güncelleme: 07.01.2020 10:05:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bo birêz Ayetullah Elî Xameneyî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê

Silav û rêz

Bûyera jidestçûna Serdar Hecî Qasim Suleymanî cihê mixabînî û dilgiraniyê li cem xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Rehmetî dostê me bû di eniya şerê li dijî dîktatoriyê, û herwiha piştevan û hevçeperê me bû li dijî terorîstên DAIŞê, ew jî bi şêweyekî ku gelek caran hemû berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê jî rêz li zehmetî û fîdakariya wî kirine.

Bi navê xwe û gelê Herêma Kurdistanê em sersaxiyê li cenabê te û malbata rehmetî re dixwazin û hêvî dikin ku cihê wê buheşta fireh be.

 Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdstanê – Iraq (ÎLKHA)