Saglam: Em êrîşa terorê ya Amerîkayê bi şiddet tel’în dikin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam êrîşa Amerîkayê ya ku tê de Qasim Silêmanîyê Fermandarê Hêzê Qudsê yê ku girêdayê Artêşa Muhafizên Şoreşê yê Îranê ye hat qetilkirin, bi şiddet tel’în kir û ji bo gel û birêveberîyên Îran û Iraqê serxweşî xwest

Ekleme: 04.01.2020 15:15:07 / Güncelleme: 04.01.2020 15:15:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve derbarê êrîşa Amerîkayê ya ku tê de Qasim Silêmanîyê Fermandarê Hêzê Qudsê yê ku girêdayê Artêşa Muhafizên Şoreşê yê Îranê ye hat qetilkirin de daxuyanîyek hat belavkirin. Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew wê êrîşê  bi şiddet tel’în dikin û ji bo gel û birêveberîyên Îran û Iraqê  serxweşî xwest.

Temamê metna daxuyanîya ku ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve hatiye belavkirin wisa ye:

“Em êrîşa terorê ya Amerîkayê bi şiddet tel’în dikin”

Li Baxdaya paytexta Iraqê rayedarên leşkerî yên Iraq û Îranê ji teref Amerîkaya emperyalîst ve hatine qetilkirin.  Li vê derê desthilatdarîya welatekî serbixwe hatiye îhlalkirin û li axên wê êrîşek hatiye lidarxistin ku ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ev êrîş, dixwaze bila ji teref Amerîkayê ve dixwaze bila ji teref dewleteke din ve bê kirin ev yek wê êrîşa ku hatiye kirin meşrû nake. Êrîşa ku hatiye kirin çalakîyeke terorê ye.

Em êrîşa terorê ya Amerîkayê bi şiddet tel’în dikin.

Amerîka êrîş li hember temamê kesên ku li ber berjewendîyên xwe wek asteng dibîne, temamê kesên ku zirarê didin wî,  li dar dixe ku ew vê yekê ji xwe re wek mafekî dibîne. Ev zihnîyet zirarê dide îstîqrar û aştîya cîhanê.  Qebûlkirina desthilatdarîya Amerîkayê ya ku sînoran nas nake tê maneya  kirina terka desthilatdarîya xwe.

Divîyabû ew êrîşa ku ji derve ve li hêmaneke ummetê hatiye kirin bibe wesîle ku ummet bibe yek û were ba hev, lê mixebin ev êrîş dibin sedem ku Misliman zêdetir ji hev dûr bikevin.  Ev yek jî ji hedefên emperyalîstên kûrewî re xizmetê dike û dibe sedem ku di vî warî bi cesarettir bibin.

Divê neyê jibîrkirin ku şerê Amerîkayê bi Îslamê re ye. Li ber çavên Amerîka tu ferqa sunnî û şîîyan tune ye, ew êrîşan dibe li ser temamê kesên ku ji bo wî xetere ne.

Digel fermana Xwedê “berberîyê nekin” ummet dîsa bi hev re berberîyê dike ku ev yek jî dibe sedem ku ummet izzeta xwe winda bike.

Ev êrîş cardin nîşan da ku; heta Misliman terka wê berberîya di nav xwe de neke û di serî de Amerîka û temamê emperyalîstên din ji memleketên xwe dernexe, qetîyen di nav ummetê de ewlehî û aramî dê hakim  nebe. Bi vê wesîlê em cardin dibêjin; divê em meseleyên xwe navxweyî hewaleyî emperyalîstan nekin û di nav xwe de çareser bikin.

Em bang li raya giştî û sazîyan ên navneteweyî dikin da ku ji van bûyerên ku aştî û îstîqrara cîhanê re gefê dixwin bertekkee dijwar nîşan bidin.

Ez hêvî dikim ku ev êrîş bibe wesîle ku Amerîka ji welatên Îslamê bê derxistin û  bibe wesîleya hilweşîna rejîma îşxalê. Ez li ser navê xwe û partîya xwe ji bo gel û birêveberîyên Îran û Iraqê  serxweşî dixwazim.(ÎLKHA)