Ew ê li Baxdayê ji bo Qasim Silêmanî merasîm bê tertîpkirin

Îro li Baxdayê ew ê ji bo Qasim Silêmanîyê Fermandarê Hêzê Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê ye merasîma cinazê bê tertîpkirin.

Ekleme: 04.01.2020 10:30:11 / Güncelleme: 04.01.2020 10:30:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin îro li Baxdayê û sibe jî li Tahrana Îranê ew ê ji bo Qasim Silêmanîyê Fermandarê Hêzê Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê ye merasîma cinazê bê tertîpkirin.

Li gorî agahîya ku Mashreghnews ji malbata Qasim Silêmanî wergirtiye merasîma ewil ji bo Qasim Silêmanî li Baxdayê bê tertîpkirin.

Ew ê cenazeya Silêmanî piştî merasîma li Baxdayê bê anîn Tahranê û ew ê roja yekşemê jî merasîmek bê tertîpkirin. Ew ê  Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Xamaney jî beşdarî merasîmê bibe.

Ew ê Qasim Silêmanî li Kîrmana bajêra Îranê bê definkirin.(ÎLKHA)