Çalakîyên li ber Balyozxaneya Amerîkayê ya li Baxdayê berdewam dikin

Xelkê ku li ber Balyozxaneya Amerîkayê ya li Baxdayê kom bû, Amerîkayê îşxalker protesto kir.

Ekleme: 01.01.2020 15:45:17 / Güncelleme: 01.01.2020 15:45:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin Iraqîyên ku li ber Balyozxaneya Amerîkayê ya li Baxdayê kom bûn û êrîşa ku ji teref Amerîkayê îşxalker ve li Tuxayên Hîzbûllah hat kirin protesto kirin. Bi hezaran xwepêşandarên ku di destên wan de ala Hîzbûllah hebûn doh di ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Baxdayê de girtibûn.

Piştî serdegirtina di ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Baxdayê de Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û gefê li Îranê xwar.

Trump di daxuyanîya xwe ya ku belav kiribû de derbarê mijarê de destnîşan kiribû: “Ger tiştek bi serê kesekî bê ew ê Îran ji vê yekê berpirsîyar bê girtin û Îran ji bo vê yekê bedeleke giran bide.Ev yek ne hişyarî tehdîdek e.”

Xwepêşandêrên ku dixwazin Amerîka ji Iraqê vebikişe ev bû du roj ku li kolanan in. Ji bo ku xwepêşandêr belav bibin geh geh bobbeyên xaz û dengê bi ser wan de hat avêtin. Kesên ku ji ber bombeyan tesîrdar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Rêxistina Haşdî Şabî bang li terefdarên xwe kir da ku ji ber Balyozxaneya Amerîkayê ya li Baxdayê vekişin.(ÎLKHA)