Li Fransayê alozîya ji ber grevê berdewam dike

Li Fransayê grevên ku ji ber reforma teqewîdbûnê dest pê kiribûn hêj berdewam dikin û her ku diçe xwepêşan zêde dibin.

Ekleme: 18.12.2019 08:45:09 / Güncelleme: 18.12.2019 08:45:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji 5ê Kanûnê vir ve  li Fransayê  ji ber verastkirinên nû yên ku tê xwestin bên kirin dev ji kar berdan dest pê kirin û bênavber berdewam dikin. Di serî de li Parîsê û her wisa li bajarên din ên Fransayê bi hezaran xwepêşandêr dadikevin kolanan û polîtîkaya hikûmetê protesto dikin.

Li gorî  daneyên Wezareta Karên Hundir ê Fransayê 615 hezar xwepêşandêr beşdarî xwepêşanan bûn. Lê belê li gorî daneyên Konfederasyona Kar a Giştî milyonek û 800 hezar kes beşdarî xwepêşanan bûn.(ÎLKHA)