Stoltenberg: Em ê bersivê bidin êrîşan

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg destnîşan kir, ger êrîşek li Polonya an jî welatekî Baltikê bê kirin em ê bersivê bidin wê êrîşê.

Ekleme: 03.12.2019 14:15:09 / Güncelleme: 03.12.2019 14:15:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ve daxuyanîyek hat dayîn. Stoltenberg di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, lîsteyeke dijminan a NATOyê tune ye lê belê ger êrîşek bê kirin ew ê bersivê bidin vê êrîşê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em bi saxiya hebûna hêzên NATO yên li Polonya û li welatên Baltikê peyameke bi hêz didin Rûsyayê. Ger êrîşek li Polonya an jî welatekî Baltikê bê kirin ew ê temamê tifaqê bersivê bide wê êrîşê.”

Serokomar Erdogan îro berî ku biçe Londrayê destnîşan kiribû “Ger NATO di warê rêxistinên terorê de destekê nede Tirkîyê, ew ê ji wê rapora parastina Polonya û welatên Baltikê ya ku ji teref NATOyê ve hatiye amadekirin re dijberîyê bikin.”(ÎLKHA)