Li Xan Yûnis û Deyr el-Belahê înternet qut bû

Şîrketa Telekomînukasyona Filistînê “Paltel” daxuyand ku, rejîma îşxalker a sîyonîst ji ber êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê înterneta Xan Yûnis û Deyr el-Belahê qut kirîye.

Ekleme: 23.09.2024 14:45:23 / Güncelleme: 23.09.2024 14:45:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Xezzeyê, li herêmê dibe qutbûna xizmetê

Rejîma îşxalker a sîyonîst bi êrîşên xwe ya li dijî orte û başûrê Xezzeyê bû sedema qutbûna înternetê.

Şîrketa Telekomînukasyona Filistînê “Paltel” daxuyand ku, ji ber êrîşan nikarin xizmeta înternetê bidin.

Di daxuyanîya şîrketê de weha hat gotin, “ji ber êrîşên îsraîlê li herêmên Xan Yûnis û Deyr el-Belahê em nikarin xizmeta înternetê bidin û ji vê rewşê em xemgîn in.” (ÎLKHA)