Ensarullahê li hember qetlîama Nûseyratê 3 keştî hedef girt

Ensarullaha Yemenê ragihand ku wan keştiyeke şer a Îngîlîzî û 2 keştiyên bazirganiyê yên girêdayî rejîma îşxalkere hedef girtine û tam îsabet girtine.

Ekleme: 09.06.2024 18:20:19 / Güncelleme: 09.06.2024 18:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Ensarullahê Yehya Serî destnîşan kir ku wan wek berteka li hemberî zilm û zordariya sîyonîstan li ser gelê Filistînê û qetlîama ku duh li kampa Nûseyratê li Şerîda Xezzeyê hat kirin, li Behra Sor û Behra Umanê çend operasyon li dar xistin.

Serî diyar kir ku wan bi hejmareke zêde mûşekên balîstîk li dijî keştiya şer a Îngîlîzan (Dîamond) li Deryaya Sor operasyoneke leşkerî pêk anîn û îsabet girtin e.

Serî diyar kir ku di operasyoneke din de hêzên deryayî, hêzên mûşekî û hêzên hewayî yên bêmirov ên hêzên çekdar ên Yemenê operasyoneke hevpar li dar xistin û destnîşan kir ku di vê operasyonê de keştiyên bi navê Norderney û MSC Tavvîshî ku diçûn benderên Filistînê yên îşxalkirî li Deryaya Omanê bûn hedef.

Serî da zanîn ku keştiya Norderneyê îsabet girtiye, şewat derketiye û keştiya MSC Tavvîşî jî rasterast îsabet girtiye.

Berdevkê Ensarullahê bal kişande ser wê yekê ku ew li ser pêkanîna erkên xwe yên dînî, exlaqî û mirovî yên li hember gelê Filistînê berdewam in û heya ku êriş bisekinin û dorpêça li ser gelê Filistînê li Xezzeyê neyê rakirin, operasyonên wan nasekinin. (ÎLKHA)