• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Ensarullahê li hember qetlîama Nûseyratê 3 keştî hedef girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Ensarullahê Yehya Serî destnîşan kir ku wan wek berteka li hemberî zilm û zordariya sîyonîstan li ser gelê Filistînê û qetlîama ku duh li kampa Nûseyratê li Şerîda Xezzeyê hat kirin, li Behra Sor û Behra Umanê çend operasyon li dar xistin.

Serî diyar kir ku wan bi hejmareke zêde mûşekên balîstîk li dijî keştiya şer a Îngîlîzan (Dîamond) li Deryaya Sor operasyoneke leşkerî pêk anîn û îsabet girtin e.

Serî diyar kir ku di operasyoneke din de hêzên deryayî, hêzên mûşekî û hêzên hewayî yên bêmirov ên hêzên çekdar ên Yemenê operasyoneke hevpar li dar xistin û destnîşan kir ku di vê operasyonê de keştiyên bi navê Norderney û MSC Tavvîshî ku diçûn benderên Filistînê yên îşxalkirî li Deryaya Omanê bûn hedef.

Serî da zanîn ku keştiya Norderneyê îsabet girtiye, şewat derketiye û keştiya MSC Tavvîşî jî rasterast îsabet girtiye.

Berdevkê Ensarullahê bal kişande ser wê yekê ku ew li ser pêkanîna erkên xwe yên dînî, exlaqî û mirovî yên li hember gelê Filistînê berdewam in û heya ku êriş bisekinin û dorpêça li ser gelê Filistînê li Xezzeyê neyê rakirin, operasyonên wan nasekinin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir