Li Qeyserîyê balafira perwerdehîyê ket xwarê: 2 mirî

Hat destnîşankirin ku li navçeya Kocasînana Qeyserîyê balafireke perwerdehîyê li qirimê ket û ket xwarê, di encama qezayêde du balafirvan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 04.06.2024 11:30:16 / Güncelleme: 04.06.2024 11:30:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji Taxa Hasan Arpaya ku girêdayê navçeyê ye re li ser îxbara ketina balafirê ji herêmê re ekîbên îtfaîye û lêgerîn xelaskirinê hatin sewqkirin.

Wezareta Parastin a Netewî derheqê balafira ku ket xwarê de daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Balafira me ya ji tîpa SF-260D ku aîdê Fermandarîya Hêzên Hewayê ye û ji bo perwerdehîyê ji Fermandarîya Baregehe Serekeya Ragihandina Hewaya 12emîn a Qeyserîyê  firîyabû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve li qirimê ketîye. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê dest pê kirine.” (ÎLKHA)