Li Qeyserîyê balafira perwerdehîyê ket xwarê: 2 mirî
Hat destnîşankirin ku li navçeya Kocasînana Qeyserîyê balafireke perwerdehîyê li qirimê ket û ket xwarê, di encama qezayêde du balafirvan canê xwe ji dest dan.
Ji Taxa Hasan Arpaya ku girêdayê navçeyê ye re li ser îxbara ketina balafirê ji herêmê re ekîbên îtfaîye û lêgerîn xelaskirinê hatin sewqkirin.
Wezareta Parastin a Netewî derheqê balafira ku ket xwarê de daxuyanî da.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Balafira me ya ji tîpa SF-260D ku aîdê Fermandarîya Hêzên Hewayê ye û ji bo perwerdehîyê ji Fermandarîya Baregehe Serekeya Ragihandina Hewaya 12emîn a Qeyserîyê firîyabû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve li qirimê ketîye. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê dest pê kirine.” (ÎLKHA)