Xisûsên ku dema kirîn û serjêkirina qurbanê li ber çavan bê girtin

Pisporan der barê mijarên ku divê di dema kırin û serjêkirinê de li ber çavan bê girtin hişyarî dan û destnîşan kirin ku divê di dema serjêkirinê de qurban nekevin stresê.

Ekleme: 02.06.2024 14:40:17 / Güncelleme: 02.06.2024 14:40:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pisporên beytar jî mijarên ku divê di dema birina heywanên serjêkirinê bo cihê serjêkirinê û serjêkirina wan de li ber çavan bê girtin û diyar kirin ku divê serjêkirin li cihên serjêkirinê yên ku ji aliyê Komîsyona Xizmetên Qurbanê ve hatine destûr kirin an jî li cihên ji berê diyarkirî û amadekirî de bên kirin. Li gundan, divê li cihên serjêkirinê avek têr û bi zext hebe û ji bo daliqandina heywanên serjêkirî mekanîzmayek bê avakirin.

Pispor xalên ku divê dema kirîna heywanek qurbanê li ber çavan bigirin wiha rêz kirin:

-Gere qurbanên bê guhar û pasaport neyên kirîn.

-Divê rewşa tendirustiya giştî ya heywanê qurban baş be û felceke qismî yan giştî, birîn, werimîna laş û hwd. divê nebe.

-Guharên heywanên serjêkirî divê teslîmî Midûriyeta Bajar/Navçeyê ya herî nêzîk bibin.

-Serjêkirina heywanên qurbanan ne li cihên bêserûber, li kuçe û kolanan kirin, li cihên serjêkirinê yên destûrkirî bê kirin.

-Çopên qurbanan ên ku di nav baxçeyên xwe de serjê dikin, bi awayekî ku ajalên wek pisîk û kûçikan negihêjin wan, bên veşartin. (ÎLKHA)