Xisûsên ku dema kirîn û serjêkirina qurbanê li ber çavan bê girtin
Pisporan der barê mijarên ku divê di dema kırin û serjêkirinê de li ber çavan bê girtin hişyarî dan û destnîşan kirin ku divê di dema serjêkirinê de qurban nekevin stresê.
![Xisûsên ku dema kirîn û serjêkirina qurbanê li ber çavan bê girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/PfWT_0f1B4TCi6nsJcPx_XTSFMM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/22/xisusen-ku-dema-kirin-u-serjekirina-qurbane-li-ber-cavan-be-girtin-f1ff0666.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Pisporên beytar jî mijarên ku divê di dema birina heywanên serjêkirinê bo cihê serjêkirinê û serjêkirina wan de li ber çavan bê girtin û diyar kirin ku divê serjêkirin li cihên serjêkirinê yên ku ji aliyê Komîsyona Xizmetên Qurbanê ve hatine destûr kirin an jî li cihên ji berê diyarkirî û amadekirî de bên kirin. Li gundan, divê li cihên serjêkirinê avek têr û bi zext hebe û ji bo daliqandina heywanên serjêkirî mekanîzmayek bê avakirin.
Pispor xalên ku divê dema kirîna heywanek qurbanê li ber çavan bigirin wiha rêz kirin:
-Gere qurbanên bê guhar û pasaport neyên kirîn.
-Divê rewşa tendirustiya giştî ya heywanê qurban baş be û felceke qismî yan giştî, birîn, werimîna laş û hwd. divê nebe.
-Guharên heywanên serjêkirî divê teslîmî Midûriyeta Bajar/Navçeyê ya herî nêzîk bibin.
-Serjêkirina heywanên qurbanan ne li cihên bêserûber, li kuçe û kolanan kirin, li cihên serjêkirinê yên destûrkirî bê kirin.
-Çopên qurbanan ên ku di nav baxçeyên xwe de serjê dikin, bi awayekî ku ajalên wek pisîk û kûçikan negihêjin wan, bên veşartin. (ÎLKHA)