Mele Hesen Saklanan ku li Rihayê hat dinyayê û 34 salî bû, di 30yê Nîsanê de li Qudsê li dijî terorîstên îşxalkeran bi kêrê çalakîyek li dar xistibû û di encama êrîşa terorîstên sîyonîstan de şehîd bûbû.
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Abdurrahman Ozekîncî û lijneya bi wî re beşdarî şîna şehîd Hesen Saklanan bûn. Ji lijneyê re endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Lokman Yalçin û Serokê Bajêr Faruk Polat jî hevaltîyê kirin.
Di Mala Şînê ya Bîhemî de dua hat kirin û şehadeta şehîd Saklanan hat pîrozkirin. (ÎLKHA)