ÎTTÎHADUL ULEMA çû şîna şehîd Hesen Saklanan
Lijneyek ji ÎTTÎHADUL ULEMAyê, çûn şîna şehîd Hesen Saklanan ku li Qudsê ji teref rejîma îşxalker ve hatibû şehîdkirin.
Mele Hesen Saklanan ku li Rihayê hat dinyayê û 34 salî bû, di 30yê Nîsanê de li Qudsê li dijî terorîstên îşxalkeran bi kêrê çalakîyek li dar xistibû û di encama êrîşa terorîstên sîyonîstan de şehîd bûbû.
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Abdurrahman Ozekîncî û lijneya bi wî re beşdarî şîna şehîd Hesen Saklanan bûn. Ji lijneyê re endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Lokman Yalçin û Serokê Bajêr Faruk Polat jî hevaltîyê kirin.
Di Mala Şînê ya Bîhemî de dua hat kirin û şehadeta şehîd Saklanan hat pîrozkirin. (ÎLKHA)