Li Elmanyayê di avahîyê de teqîn: 3 mirî, 16 birîndar

Li bajara Dusseldorfa Elmanyayê di avahîyekî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de  3 kesan canê xwe ji dest da, 16 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 17.05.2024 09:25:16 / Güncelleme: 17.05.2024 09:25:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di avahîyekî ku li bajara Dusseldorfa wîlayeta Ren-Vestfalyaya bakur e de, di dikana ku di binê avahîyê de bû de teqînek pêk hat.

Hat îfadekirin ku piştî teqînê şewat derket û ew şewat belav bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref îtfaîyeyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku 3 kesan can xwe ji dest dane, 16 kesan jî birîndar bûne.

Hat ragihandin gelek mirov ên ku di avahîyê de bûn jî hatin xelaskirin. (ÎLKHA)