Leşkerên îşxalkeran li Refahê êrîşî wesayîta NY kirin: 1 mirî, 1 birîndar

Li bajara Refaha Xezzeyê, ji teref terorîstên îşxalkeran ve li dijî wesayîtên Neteweyên Yekbûyî êrîş hat lidarxistin, di encamê de endamekî NY canê xwe ji dest da, endamekî jî birîndar bû.

Ekleme: 14.05.2024 10:05:15 / Güncelleme: 14.05.2024 10:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Terorîstên îşxakeran hedefgirtina personelên Neteweyên Yekbûyî didomîne.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşekî de personelekî Neteweyên Yekbûyî canê xwe ji dest da, endamekî jî birîndar bû.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres weha got, “Îro li Xezzeyê wesayîtekî NY dûçarê êrîşê bû û hemkarekî me canê xwe ji dest da, hemkarekî me yê dinê jî birîndar bû. Li Xezzeyê ji 190î zêdetir endamê NY hatine kuştin. Divê xebatên alîkarîya însanî bêne parastin. Ez hemû êrîşên li dijî NY şermezar dikim û banga xwe ya agirbesta acîl û serbestberdana hemû rehîneyan nû dikim.” (ÎLKHA)