• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Leşkerên îşxalkeran li Refahê êrîşî wesayîta NY kirin: 1 mirî, 1 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Terorîstên îşxakeran hedefgirtina personelên Neteweyên Yekbûyî didomîne.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşekî de personelekî Neteweyên Yekbûyî canê xwe ji dest da, endamekî jî birîndar bû.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres weha got, “Îro li Xezzeyê wesayîtekî NY dûçarê êrîşê bû û hemkarekî me canê xwe ji dest da, hemkarekî me yê dinê jî birîndar bû. Li Xezzeyê ji 190î zêdetir endamê NY hatine kuştin. Divê xebatên alîkarîya însanî bêne parastin. Ez hemû êrîşên li dijî NY şermezar dikim û banga xwe ya agirbesta acîl û serbestberdana hemû rehîneyan nû dikim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir