Yusufê Serokwezîrê Îskoçyayê  îstîfa kir

Hamza Yusufê Serokê Partîya Neteweyî yê Îskoçê û Wezîrê Yekem ê Îskoçyayê  bi daxuyanîyeke ku parve kir destnîşan kir ku ew ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye.

Ekleme: 29.04.2024 15:55:20 / Güncelleme: 29.04.2024 15:55:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yusuf di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew qenaat anîye ku piştî dabeşbûna siyasî sazkirina têkilîyan encax bi lîdertîya yekî din mimkûn e û wiha got: “ Ji ber vê yekê min ji wezîfeya xwe îstîfa kir û min daxwaz kir berî kêlîkê yekî din di şûna min de bê hilbijartin.”(ÎLKHA)