Yusufê Serokwezîrê Îskoçyayê îstîfa kir
Hamza Yusufê Serokê Partîya Neteweyî yê Îskoçê û Wezîrê Yekem ê Îskoçyayê bi daxuyanîyeke ku parve kir destnîşan kir ku ew ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye.
Yusuf di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew qenaat anîye ku piştî dabeşbûna siyasî sazkirina têkilîyan encax bi lîdertîya yekî din mimkûn e û wiha got: “ Ji ber vê yekê min ji wezîfeya xwe îstîfa kir û min daxwaz kir berî kêlîkê yekî din di şûna min de bê hilbijartin.”(ÎLKHA)