Rejîma siyonîst êrîşî  Şerîaya Rojava kir: 14 şehîd û 30 birîndar

Di êrîşa rejîma îşxalker a siyonîst  a bi ser bajarê Tulkermê yê Şerîeya Rojava de, 14 Filistînî şehîd bûn û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.04.2024 15:15:26 / Güncelleme: 21.04.2024 15:15:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

Siyonîstên îşxalker ev 4 roj in ku êrîşên xwe yên li ser kampa Nûr Şems a li rojhilatê Tulkermê didomînin.

Di êrîşan de heta niha 14 Filistînî şehîd bûn û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Şahidan diyar kirin ku dagirkeran cenazeyên şehîdan girtin û nehiştin ekîbên ambulansê xwe bigihînin birîndaran.

Hate ragihandin ku şofêrê ambûlansê yê ku çûbû birîndaran bigire ji aliyê çeteyên cihû ve hat şehîdkirin.

Hate diyarkirin ku binesaziya kampê wêran bûye û ceyran, av, telekomunîkasyon û înternetê zirar dîtiye û dem bi dem dengê pevçûn û teqînan tê bihîstin.

Komên berxwedanê yên neteweyî û Îslamî li Tulkarmê ji bo rûhê şehîdan şîn îlan kirin û li hemû qadên jiyanê ji bo şermezarkirina cinayetên dagirkeriyê û destdirêjiyên wê ya li dijî gelê Filistînê rawestana xebatê ya berfireh lidar xistin.(ÎLKHA)