Rejîma siyonîst êrîşî Şerîaya Rojava kir: 14 şehîd û 30 birîndar
Di êrîşa rejîma îşxalker a siyonîst a bi ser bajarê Tulkermê yê Şerîeya Rojava de, 14 Filistînî şehîd bûn û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.
Siyonîstên îşxalker ev 4 roj in ku êrîşên xwe yên li ser kampa Nûr Şems a li rojhilatê Tulkermê didomînin.
Di êrîşan de heta niha 14 Filistînî şehîd bûn û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.
Şahidan diyar kirin ku dagirkeran cenazeyên şehîdan girtin û nehiştin ekîbên ambulansê xwe bigihînin birîndaran.
Hate ragihandin ku şofêrê ambûlansê yê ku çûbû birîndaran bigire ji aliyê çeteyên cihû ve hat şehîdkirin.
Hate diyarkirin ku binesaziya kampê wêran bûye û ceyran, av, telekomunîkasyon û înternetê zirar dîtiye û dem bi dem dengê pevçûn û teqînan tê bihîstin.
Komên berxwedanê yên neteweyî û Îslamî li Tulkarmê ji bo rûhê şehîdan şîn îlan kirin û li hemû qadên jiyanê ji bo şermezarkirina cinayetên dagirkeriyê û destdirêjiyên wê ya li dijî gelê Filistînê rawestana xebatê ya berfireh lidar xistin.(ÎLKHA)