Sîyonîstên îşxalker bi dehan girtîyên Xezzeyê qetil kirin

Hat diyarkirin ku ji teref îşxalkerên sîyonîst ve ji 7ê Cotmehê vir ve 16 kesên ku nasnavan wan dîyar e û ji Xezzeyê hatine esîrgirtin hatine şehîdkirin û ji xeyrî wan kesên ku hê nasnavên wan ne dîyar e jî hatine şehîdkirin hene.

Ekleme: 17.04.2024 13:10:16 / Güncelleme: 17.04.2024 13:10:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kaddûra Farisê Serokê Heyetê Esîran û Kesên Hatine Azadkirin yên Filistînê di daxuyaniya ku da de got ku, li kesên girtî ku him li dema tên êsîr girtin û him jî li cihê ku navenda jêpirsînê muameleyên pir nexweş, kerax û xeyrî însanî tê kirin û şkenceyên pir zor û zehmet li êsîran tê kirin.

Farîs di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand li ser zilm û zordarîya ku ji teref îşxalkeran ve tê kirin û got ku di dîroka Hereketa Esîran ya Filistînê de tu car pêkanînên evqas hovane, kerax û xeyrî însanî weke ku di jenosîda li ser Xezzeyê ya dawî de nehatiye kirin.

Di girtîgehên rejîma îşxalker ên ku di wir de ji bo însaniyetê pir rewş û şertên xirab hakimin de, heta niha 16 kesên ku ji Xezzeyê hatine esîrgirtin û nasnavan wan dîyare hatine şehîdkirin, ji xeyrî wan kesên ku hê nasnavên wan ne dîyare jî hatine şehîdkirin hene.

Farîs diyar kir ku ev wêrekîya rejîma îşxalker ji bêdengîya civaka navneteweyî tê. (ÎLKHA)