Sîyonîstên îşxalker li Şerîayê 2 Filistînî qetil kirin

Li Nablûsê di encama çek berdana sîyonîstên îşxalker de 2 Filistînî şehîd bûn.

Ekleme: 16.04.2024 13:50:19 / Güncelleme: 16.04.2024 13:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor Wafaya ajansa fermî ya Filistînê, niştecihên sîyonîst li Hîrbet El-Tavîla ya li rojhilata bajaroka Akrabaya başûra Nablûsê bi çekan êrîşî Filistînîyan kirin.

Di encama êrîşê de Abdurrahman Mahîr Benî Fadlê 30 salî û Muhemmed Îbrahîm Benî Came’eyê 21 salî giran birîndar bûn. Hat ragihandin ku xortên ku giran birîndar bûbûn şehîd ketin.

Şahidên êrîşê gotin ku, hêzên îşxalker nehiştin ku ambulans bigihên birîndaran, birîndaran heta bimirin di nava xwînê de li erdê hiştin û cesedên wan jî desteser kirin.

Bi vî awayî hejmarên kesên ku ji serê sibê heta niha li Nablûsê hatin şehîd kirin derket 3yan. (ÎLKHA)